FRMWDC’26

Tişt xwe naguherînin. Em wan diguherînin. Demokrasî bi teşeya em didinê dibe pergal.

Frankfurt RheinMain will be World Design Capital 2026!

The World Design Organization™ (WDO), the international non-governmental organisation based in Canada, decided on 11 September 2023: The Frankfurt RhineMain Region will be awarded the title of World Design Capital 2026 with its application "Design for Democracy. Atmospheres for a better life", the Frankfurt RhineMain region will receive the longed-for title of World Design Capital 2026!

Bêîteatiya sivîl
Bêîteatiya sivîl. Wêne: Büro Schramm für Gestaltung.

Ma demokrasiya me bi guman e?

Offenbach-Kaiserlei
Offenbach-Kaiserlei. Cihê ku du bajar li hev dicivin. Wêne: Büro Schramm für Gestaltung.

Demokrasî pergala serkariya me ye. Û ew awayê jiyana me ye. Em carê fêrê ramanên xwe pêşkêşkirin, bi serbixweyî tevbigerin û teşedayîna jiyana xwe bûne. Demokrasî ji dengdayînê wêdetir e. Di nava jiyana rojane de cih digire – li her cihên ku mirov bi hev re lê dijîn xuya dike. Lê mixbin ku dinyaya me gêrî nava tevliheviyek bûye. Hêzên antî-demokratîk serdestî hildaye, berjewendiya aborî li ser pêdiviyên hevpar re tê girtin û mijarên serdema me yên girîng tên paşguhkirin. Kêşeya herî mezin rê û rêbazê çareseriya demokrasiyê ye. Û ev ji bo me hemûyan e.

Nûçeyên nebaş ji bo hemî nehilbijêran: Mirov nikare xwe ji demokrasiyê dûr bigire.

Second Nature
NODE20 Forum for Digital Art - Second Nature. Photo: Eda Temucin.

Gelo sêwirîn dikare çi bike?

Hin ji sêwirandinê tiştên mîna mode, mobîlya, xweşikî têdigîhîjin. Lê estetîkî û xweşikbûn, tenê beşek piçûk a sêwirînê ye. Sêwirîn ji wê zêdetir e, ew rengê giyan, rawestan, lêpirsîn, li ser siberoja wê fikirîn û bi awayekî destdayî guhertine. Îro ji her demê bêtir pêdiviya me bi vê rastiya wê heye. Sêwirandin dikare di her warê mijareyên saziyên civakî de alîkar be. Mînak; berên kevn ji nû ve bi kar anîn û çareseriyên bidestxistina çavkaniyan. Lê di heman demê de bi sêwirandina pêvajoyên demokratîk ku hevgirtina me xurt dike. Di dawiyê de jî herî kêm baştirkirina derfetên jiyana me tê.

Ladies, Wine & Design Frankfurt
Ladies, Wine & Design Frankfurt, 2018. Photo: Eda Temucin.
Xwepêşander li xwenîşandana Seebrücke
Xwepêşander li xwenîşandana Seebrücke, Frankfurt, 2019. Wêne: Eda Temucin.

Û çi têkiliya wê bi min re heye?

Urban spaces
Urban spaces. Photo: Büro Schramm für Gestaltung.

Demokrasî ne tişteke xweber e. Bi tevlêbûna civakê, bi beşdarbûnê û xwetevlêkirinê bi pêş dikeve. Lê ev jî tê wê wateyê ku demokrasî li ser bingehê tevlêbûna şar, ango gelek beşdaran çalak dibe. Û rastî ya ku em dixwazin, bi wê bang bikin, ev e. Em dixwazin tevgerekê bidin destpêkirin! Tevgereke ku em bi çavên xwe yên li pirsgirêkên dema xwe vekirî di nava demokrasiyê de cih digirin. Ya ku em tê de hevjiyana xwe, nakokî û bi awayê afirîner pêktînin. A bi vê têgîhîştinê em dibin sêwirînerên demokrasiya xwe.

Demokrasî berê li ber deriyê malê pêk tê. Li xweringehên gero, li ba berber, li qada pêgogê. Bêgûman carinan jî di siyasetê de.

Kebaba Meralê
Kebaba Meralê li Schaumainkai, Frankfurt. Wêne: Ben Kuhlmann.

Werin em hevgirtineke nû ava bikin.

Gelek tiştên ku ti pêdiviya jiyaneke baş pê tine, hene. Bê navber sêwirandina daringên nû, me nêzê hev nake. Em dixwazin di cihê wê de cihwaran avabikin, teşeyên nû bidin cigehên ku mirovên cuda bikarin lê bicivin. Em vê bi têgîna atmosferê pênase dikin. demokrasî ne tenê li parlamento û zanîngehan, di jiyana me ya rojane de jî dijî. Lewra em çendî bikarin cemgirêdin bi hev bidin bistînin, rêya hev têgîhîştinê vekin, vê re wêneyeke teşe û derûniya hev sêwirandinê jî ewqas hêsantir dibe. Ji bo teşedayîna giyana atmosfereke wiha hevpar, erkê sêwirandineke bijûn divê.

Çanda kioskê li herêma Rhine-Main
Konter wekî cîhê civînê: Çanda kioskê li herêma Rhine-Main. Wêne: Ben Kuhlmann.

Eger em dixwazin di pêşerojeke hê baştir de bijîn, divê em berê di hişmendiya xwe de wê wêneyê biafirînin.

Xortên ciwanan!
Xortên ciwanan! 2019. Photo: Eda Temucin.

Pêdiviya çareseriyên baş bêguman bi pirsgirêkên baş heye.

"Divê her tişt bi şêweyeke hê baştir be." Ji ber ku em bi giranî bi pirsgirêkên heyî re mijûl dibin, pirê caran em ji têgîhîştineke siberoja ku em dixwazin dûr dimînin. Divê armancekê li ber çavên me hebe ku em bikanin bandorê lê bikin. Ji bo vê jî; divê em di hemû warên girîng ên jiyana hevbeş de: xwerû; di warê xanî, livîn, tenduristî, rêba, perwerde, medya, enerjî yan xerckirin de, bi amûrên sêwirandinê dest bi pêşxistina dîtin û utopyayan bikin. Tenê dema ku di serê me de wêneyên erênî yên siberojê hebin, em dikarin bi bawerî û enerjî nêzê mijarê bibin.

Kovara mehane
New Frankfurt. Kovara mehane ji bo pirsên sêwirana metropolê. Hejmara yekem, 1926. Wêne: public domain
Connect to Inspire Breakfast
Ladies, Wine & Design Frankfurt, Connect to Inspire Breakfast, 2019. Foto: Eda Temucin.

A ew têgîhîştin li vir dest pê dike.

Frankfurt Kitchen
Margarete Schütte-Lihotzky, Frankfurt Kitchen at the special show "The New Dwelling and its Interior Design" during the Spring Fair 1927. Photo: Hermann Collischonn. Art Collection and Archive, University of Applied Arts Vienna.

Kes nabêje ku karên li pêşiya me hêsan in. Em di nava veguhertineke berfireh de ne. Divê em fêrê karîna dev ji kirîna hemî tiştên ku pêdivî pê nîne û ji bo mirovahiyê û ji bo nifşên siberojê ti encamekê jî neyîne, bibin. Tenê hin reform têr nake, pêwîstî bi şoreşekê heye. Herêma Frankfurt RheinMain gelek caran ji bo veguherînên civakî yên bi vî rengî û berfireh bûye modelek. Ji îcadkirina teknolojiya çapkirinê ya Johannes Gutenberg li Mainzê, tevgera reformê ya Art Nouveau li Darmstadt û Deutscher Werkbund heya "Frankfurta nû", herêm her dem bûye xala destpêkê ya tevgerên afirînerî û serhildanên civakî.

Hevjiyana me dîzaynê dixwaze. Ji ber ku demokrasî ne bi tena serê xwe ye û ew bixwe xwe şirove nake.

Bi »Design ji bo Demokrasiyê. Atmosferên ji bo jiyanek çêtir", bajarê Frankfurt am Main û herêma RheinMain ji bo sala 2026-an a di bin sernavê "Paytexta Sêwirînê ya Cîhanê" de serlêdan dikin.

Wdo logo

Rêxistina Sêwiranê ya Cîhanê (World Design Organization™), ku bingeha wê li Montreal, Kanadayê ye, ne rêxistineke serkariyan e, ji zêdetirî 40 welatan ji 170 yî zêdetir endamên wê hene. Ji sala 1957-an vir ve, hîna jî di bin navê Encumena Navneteweyî ya Civakên Sêwirîna Pîşesaziyê de tê nasîn, ew sêwirînên ku bi bandor di warê pêdivî û daxwazên mirovan peyda dike, pêş dixe. Bi serenavê World Design Capital®, ew her sal bajaran ji ber sêwirînên bi bandor yên di warê pêşxistina çandî, aborî, civakî û ekolojîk de rûmetdar dike. Bernameyeke seranserê salê didome, bi sernavên cuda yên bi naveroka xebata çêtirîn, pêşkeftina bajarî ya sêwirînan û rêveberiyê dide dest pê kirin.

Mitwirken Stadt Frankfurt

Serlêdan ji aliyê Şaredariya Frankfurt am Mainê ya di bin serokatiya Daîreya Çand û Zanistê de bi hevkariya bajar, navçe û şaredariyên herêma Frankfurt RheinMain û eyaleta Hessenê, bi piştgiriya Kulturfonds Frankfurt RheinMain û li ser însiyatîfa Werkbundakademie Darmstadt e.V. hatiye kirin. Dibêjin; armanca me ew e ku em bi hemwelatî, xwendekar, pisporên afirîner, zanyar, mîmar û sêwirîneran re bixebitin, da ku ramanên sêwirînê ji bo pêşkeftinên civakî, bajarî û çandî pêş bixin û bi vî rengî sêwirîna domdar a herêma xwe xurt bikin.

Mit dem Titel World Design Capital® zeichnet sie in jedem zweiten Jahr Städte für ihren effektiven Einsatz von Design zur Förderung der kulturellen, wirtschaftlichen, sozialen und ökologischen Entwicklung aus. Mit dem Titel beginnt ein ganzjähriges Programm, bei dem die besten Arbeiten in gestaltungsgetriebener Stadtentwicklung gezeigt werden.

Unser Ziel ist es mit Bürger:innen, Studierenden, Kreativschaffenden, Wissenschaftler:innen, Architekt:innen und Designer:innen Gestaltungsideen für soziale, urbane und kulturelle Entwicklungen voranzubringen und damit die nachhaltige Gestaltung unserer Region zu stärken.

Pêdivîya guhertinên rasteqîn bi kesi tine ku wê bi rêve bibe, Ya herî girîng ew e ku her kes tev lê bibe.

Station District Night 2018
Station District Night 2018. Photo: Büro Schramm für Gestaltung.

Sêwirîna ji bo Demokrasiyê di tevgerê de ye

Em serlêdana vê sernavê ne ji bo xwe xemilandinê û şanenavekê, bes em dixwazin vê sepanê ji bo birêxistinkirina tevgera xwe ya ji bo çanda demokratîk a azadiyê û jiyaneke baştir weke firsendekê bigirin dest. Bi rêya wan em dixwazin mirovan bînin cem hev û xweşbîniya xwe ji bo afirandina jiyanek çêtir - ne tenê ji bo xwe, ji bo nifşên siberojê jî parve bikin.

Speakers Corner
Speakers Corner in front of St. Paul's Church at the democracy van of the initiative "mehr als wählen", 2020. Photo: mehr als wählen.

Heya sala 2026-an em hîna jî dixwazin gelek bilivînin. Ya ku niha diqewime ev e.

Entschuldigung.

We're sorry.

Die Seite kann nicht dargestellt werden.

The page cannot be displayed.

Bitte aktualisieren Sie Ihren Browser.

Please update your browser.